NY: Ji destpêka şer û vir ve li Îranê 21 kes hatin darvekirin

Li gorî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li destpêka şer û vir ve li Îranê herî kêm 21 kes hatin darvekirin, zêdeyî 4 hezar kes jî hatin binçavkirin.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn û vir ve li Îranê binpêkirina mafên mirovan zêde bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî êrişên hevpar ên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku dawiya meha Sibatê destpê kirin, zext giran bûn.

Li gorî vê yekê, 9 kes bi hinceta tevlîbûna li çalakiyên şermezarkirinê yên Çileya 2026'an, 10 jê bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi komên muxalîf hebû û 2 kes jî bi sûcdariya sîxuriyê hatin darvekirin.

Hate ragihandin ku di heman demê de zêdeyî 4 hezar kes jî bi sûcdariyên "Têkildarî ewlekariya neteweyî" hatin binçavkirin.

Neteweyên Yekbûyî diyar kir uk ev bûyerên li Îranê qewimîn ji aliyê mafên mirovan ve bû cihê metirsiyeke cidî.